Nêçîrvan Barzanî: Em li ser riyeke rast û paşerojeke ronahî ne

Zaxo (Rûdaw) – Serokowezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku bi tevê hemû şert û mercên zehmet jî cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê nîşana wê yekê ne ku hikûmet û gelê Herêma Kurdîstanê li ser rêyeke rast û paşerojeke baştir û ronahîtir in.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşem (25-09-2018) beşdarî rêwresma vekirina Tunela Zaxo bû û gotarek pêşkeş kir.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Vekirina vê tunela giring ya li ser rêya navdewletî, pêngaveke mezin a xizmetguzariyê ye. Giringiya vê projeyê ew e, ku ne ji rêzê ye. Bi çêkirina vê tunelê, karûbarên hemwelatiyan, karûbarên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêşkeftineke pir giring dê bi xwe re bîne.”

 

Barzanî da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 143 milyon dolar ji bo vê projeyê terxan kiriye û da xuyakirin: “Ev projeyeke Wezareta Plandananê ya Herêma Kurdistanê ye bi serpereştiya Rêveberiya Rê û Piran a parêzgeha Duhokê. Proje ji aliyê Kompanya Lîmak a Tirkiyê ve hatiye dirustkirin.”

 

Serokwezîr Barzanî got: “Ez spasiya dewleta Tirkiyê dikim ku di hemû demên tengav de alîkarî dane Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê. Cenabê Serokwezîr dixwest beşdarî vê merasîmê bibe lê ji ber li New Yorkê bû nekarî beşdar bibe.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Barzanî balkişande ser pêvajoya zehmet a borî û wiha berdewam kir:

 

“Demek bû ku Herêma Kurdistanê di serdemeke aloz re derbas dibû. Bêyî budce, şerê terorê, hatina bi hezaran koçberan bo Kurdistan û bi taybetî bo Behdînanê, daketina bahayê petrolê û guvaşên berdewam ên siyasî yên li ser Herêma Kurdîstanê em xistibûne nav rewşeke gelek zehmetî û zoriyan de. Çêkirina vê projeyê nîşana rabûna aborî ye li Herêma Kurdistanê. Wê rastiyê diselmîne ku em li ser rêyeke rast û paşerojeke baştir û ronahîtir ji bo gelê xwe pêngavan diavêjin. Nîşaneya mukimbûna îradeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku ew jî vê îradeyê ji piştgiriya gel digre.”

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku ev proje him ji bo herêma Behdînan, hem ji bo Herêma Kuridstanê û hem jî ji bo Iraqê pir giring e û got: “Encamdana projeyên xizmetguzariyê erkê yekem û sereke yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ne minnet e. Nab edema em karekî bikin wê jî bikin minnet. Xelkê Zaxo xwedanê dîroka dirêj a xebatkarî û welatparêziyê ne. Di dîrokê de wan di gelek şoreşan de xebat kirine. Wan tu caran xwe ji erkê niştîmanî û welatperweriyê nedan paş. Bi ruh û can erkê berevniya welat kirin û bûne berevanên Kurdistanê.”

 

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku eger qeyranên salên borî nebana dê hikûmetê li hemû deveran projeyên wiha yên xizmetguzariyê vekiribana.

 

Di axaftina xwe de Barzanî balkişande ser hilbijartinên 30ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê ye û ji hemwelatiyan xwest wê rojê herin ser sindoqan û dengên xwe bidin wan kesan ku xizmeta wan dikin.

 

Serokwezîr Barzanî got: “Bi xweragirî û têgihiştina gelê Kurdistanê rojên giran û zehmet derbas bûn. Çawa me bi hev re rojên giran û zehmet li pey xwe hiştin, wisa jî dê hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên pêş de bikeve nav kar û xizmetan. Daxwaz dikin hûn tev de bi hev re roja hilbijartinê herin ser sindoqan û nûnerên xwe ku hûn dizanin xizmeta we dikin, hilbijêrin.”

 

Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de careke din spasiya xelkê Zaxo û Behdînanê kir û daxwaz kir vekirina vê riyê bibe deriyê xêrê.