El Partî: Em tekeziyê li ser çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî), Behcet Beşîr ragihand, ew weke partî û weke ENKS tekeziyê li ser çareseriya siyasî ji bo krîza Sûriyê dikin û dixwazin ku mafê gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de parastî be.

 

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El Partî 11mîn kongireya xwe li bajarê Hewlêrê lidar xist.

 

Di konfiranseke rojnamevanî de ku li Hewlêrê hate lidar xistin, endamê serkirdayetiya El Partî li Herêma Kurdistanê Behcet Beşîr ragihand, ew tekezî li ser yekrêziya nav mala Kurdî dikin, daku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihin mafên xwe yên rewa li Sûriyê.

 

Behcet Beşîr got jî, ew wek beşek ji ENKSê daxwaza çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê dikin, bi awayekê ku tevahiya pêkhateyên wî welatî mafên xwe di destûra nû de misoger bikin.

 

Endamê serkirdayetiya El Partî got: “Li ser yekrêziya nav mala Kurdî di vê demê de em neçar in, ku li hemberî kiryarên çewt û siyasetên çewt ên PYDê zextekê li wan bikin, bi rêya dost û hevalên xwe yên Kurdistanê û hevpeymanên xwe yên navdewletî, ku bi kêmanî yekrêziya nav mala Kurdî were parastin, li gorî rêkevtina Duhokê ya di navbera me û PYDê û Encûmena Kurdî û PYDê de.

 

Me weke partî û weke encûmena Kurdî û weke milletê Kurd jî tekezî dikir û me dixwest ku hertim çareseriyeke aştiyane ji rewşa Sûriyê re were kirin, weke biryarên Cinêv-1 û bi rêya goftûgoyê, û herwiha em dixwazin ku mafê gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de, li gorî biryarên navdewletî û peymanên navdewletî yên mafên mirovan were pêkanîn.”