Bi deriyê Îbrahîm Xelîl re çûn û hatin asayî ye

25-09-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Deriyê Xabûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çûn û hatin asayî ye.

 

Îro di medyaya Tirkiyê de hat ragihandin ku Li Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê dest pê kir û hikûmeta Tirkiyeyê jî lewma bi biryareke yekalî deriyê sînor ê Xêbûrê girt.

 

Li li gor agahiyên Rûdawê bidest xistine çûn û hatina bi deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de asayî ye.

 

Herwiha Wezîrê Bazîrganî û Gumrukê yê Tirkiyê Bulent Tufenkcî jî piştrast kir ku deriyê xebûr vekiriye lê tenê kontrol zêde kirine.

 

Bulent Tufenkçî derbarê nûçeyên ku dibêjin derîyê sînor ê Xabûrê yekalî hatiye girtin de wiha got: "Niha derî nehatiye girtin, piştî kontroleke baş em destûrê didin wan kesên ku ji aliyê Iraqê tên, derbas bibin. Ji bo wesayîtên ku li hember tên me kontrol zêde kir."

 

Tufenkçî herwiha got: "Piştî demekê li gor rewşê emê geşedanan cardin binirxînin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst