Kurd, ereb, tirkmen û siryanî bi hevre çûne ser sindoqan

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê îro 25-09-2017, ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê diçin ser sindoqan.

 

Proseya dengdanê li seranserê Başûrê Kurdistanê li gorî dema Hewlêrê demjimêr 08.00ê dest pê kir û dê hemwelatî heta demjimêr 18.00ê dengên xwe bikar bînin.

 

 

 

 

Li hemû bajarên Kurdistanê, hejmareke zêde yê hemwelatiyan, ji şevê din ve li kolanan û li pêşiya navendên denganê nobetê digrin.

 

Di serî de li Kerkûk, Xaneqîn û Mexmûrê, herwiha li navçeyên Zûmar û Rebîe yên Mûsilê, hemwelatiyên kurd, ereb, tirkmen û krîstiyan diçin ser sindoqan. Ew dibêjin, dixwazin tev de, bi hevre di bin sîbera Ala Kurdistanê de bijîn.

 

Şêxên hozên ereb li navçeyên Zûmmar û Rebîeyê ji Rûdawê re gotin, ku ew bi sedan sal e li gel kurdan li ser vê erdnîgariyê dijîn lewma ew dixwazin herêma wan ser bi Kurdistanê ve bimîne. Şêxên Hozên ereb gotin, ew dê dengê belê bidin bo referandûmê.

 

 

 

 

Li Kerkûkê jî ereb û tirkmen jî beşdarî proseya dengdanê bûn.

 

Serokê Partiya Gel a Tirkmanî Îrfan Kerkûkî diyar kir, ku hewlesta wan derbarê referandumê de zelal e û dê 25ê Îlonê biçin ser sindoqên dengdanê û bi Belê dengê xwe bidin.

 

Parlementera Tirkmen Muna Qehwecî a endamê parlamentoya Kurdistanê ligel hevjînê xwe  Abdulqadir Bazîrgan jî li Hewlêrê dengê xwe bikar anîn.

 

Muna Qehwecî bi cil û bergên xwe yên kevneşopî ên tirkmenî çû navenda dengdanê.