Agahiyên dawî li ser rewşa heciyên kurd

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyên dawî, heta niha 6 heciyên Rojhilatî di bûyera merasîma recma şeytan de li Erebistanê jiyana xwe ji dest dane û rewşa derdora 30 heciyên Rojhilatî jî nayê zanîn.

Duh li herêma Mîna ya bajarê Meke yê Erebistanê, bi milyonan hecî tevlî merasîma recma şeytan bûn lê ji ber zêdebûna heciyan û girtina rê, qerebaxiyek mezin çêbû û bi sedan hecî mirin, bi sedan hecî jî birîndar bûn.

Di nav miriyan de heciyên gellek welatên mîna Îran û Tirkiyê jî hene. Li gorî medyaya Îranê, heta niha 131 heciyên îranî di bûyera Mînayê de mirine û bi dehan hecî jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, 6 heciyên Rojhilatî, ku hemû xelkê Mehabadê ne, jî mirine û derdora 30 heciyên Mehabadî jî wenda ne û nayê zanîn di çi rewşekê de ne. Hat gotin ku heciyekî Kirmaşanî jî birîndar bûye lê rewşa wî baş e.

Lê çavkaniyên fermî yên Îranê dibêjin, tenê 3 heciyên Mehabadî jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn ku 4 heciyên tirk jî di bûyera Mînayê de mirine û 5 heciyên tirk jî wenda ne.

Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê jî ragihandiye, di bûyera Mînayê de tiştek bi heciyên Başûrê Kurdistanê nehatiye. 


Li gorî agahî û amarên fermî, heta niha 753 hecî di bûyera Mînayê de mirine û 887 hecî jî birîndar bûne.