Wezareta Ewqafê: Heta niha 70% ji heciyên kurd gihîştine Erebistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, heta niha 70% ji heciyên Herêma Kurdistanê gihîştine Erebistanê û tu kêşeyek wan jî tune.

Rêveberê ragihandina wezareta ewqafê ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî diyar kir ku hejmara heciyên Herêma Kurdistanê yên ku îsal biçin hecê, 3 hezar û 720 kes in û da zanîn, heciyên Kurdistanê dê mehekê li Erebistanê bimînin û merasimên ayînî li dar bixin.

Merîwan Neqişbendî eşkere kir ku heta niha 70% ji heciyên Herêma Kurdistanê gihîştine bajarê Medîne yê Erebistanê û tu kêşeyek wan jî nîne.

Li gorî Neqişbendî, xercên îsal ên heciyên Kurdistanê nêzîkî 15 milyon dolar e.