Serok Mesûd Barzanî: Armanca Enfalê guherîna demografiya Kurdistanê bû

25-08-2024
RÛDAW
Nîşan Enfala Badînanê Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bo Enfala Badînanê de got, “Armanca tawanên rejîma berê ya Îraqê şikandina îradeya gelê Kurdistanê û guherîna demografiya Kurdistanê bû.”

Herwiha Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku divê Îraq vê komkujiyê qerebû bike û got, “Em bi tundî tekezî li ser mafên rewa yên gelê xwe dikin.”

Di ser qonaxa dawî ya Enfalê "Enfala Badînanê" re 36 sal derbas bûn.

Enfala Badînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.

“Armanca Enfalê guherîna demografiya Kurdistanê bû”

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 36emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir û wiha got:

"36 sal berî niha ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an bi dirêjahiya zincîre tawanên rejîma Îraqê li dijî gelê Kurdistanê, gelek dever û gundên devera Badînanê rastî êrişên nemirovane yên kîmyayî, girtin, kuştin, koçberkirin û enfalkirina welatiyên bêguneh ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Îraqê ve hatin.

Di encama van tawanên nemirovane de, bi hezaran welatiyên Kurdistanê şehîd ketin, winda bûn, koçber bûn û bi sedan gund hatin wêrankirin.

Armanca tawanên rejîma berê ya Îraqê şikandina îradeya gelê Kurdistanê a piştevaniya şoreşê û berdewamkirina siyaseta guherîna demografiya Kurdistanê bû.

Bi helkefta salvegera Enfala Badînanê em silav li giyanê şehîdên vê tawanê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin û bi tundî tekezî li ser mafên rewa yên gelê xwe dikin.

Divê ev tawan neyên jibîrkirin û pêwîst e dewleta Îraqê qerebûya komkujî, tawan û hemû zilm û zordariya ku li ser gelê me hatiye kirin bike."

Enfala Badînanê

Enfala Badînanê, pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.

Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.

Li gorî belgeyên fermî yên Îraqê, li Badînanê 13 hezar û 553 kes hatin girtin ku ji wan 3 hezar û 373 jin û 6 hezar û 964 zarok bûn.

Ji bilî komkujiya sivîlan, nêzî 600 gund wêran bûne û nêzî 60 hezar welatî jî koçber bûne û bê mal man.

Gelek gund jî hatin kîmyabarankirin ku ji wan 40 gundên Xirîstiyanan û 81 gundên Kurdên Êzidî bûn.

Rejîma Beasê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.

Parlamentoya Îraqê 14ê Nîsana 2008an Komkujiya Enfalê bi awayê fermî nas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst