Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de peyama 'girîngiya welat' da

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Enfala Badînanê got, "Tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan jî divê welat bibe armanca me û me hemûyan li hev bicivîne."

 Herwiha Nêçîrvan Barzanî got, “Li Herêma Kurdistanê jî divê em baştir xizmeta malbatên wan bikin û li ser asta navneteweyî hewlên xwe ji bo naskirina Enfalê ya wekî komkujiyê berdewam bikin.”

Îro 36 sal di ser Enfala Badînanê re derbas dibin ku qonaxa dawî ya Enfalê bû.

Enfala Badînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir û li wan deran komkujiyeke mezin kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir.

“Divê em hewlên xwe bidomînin'

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Em îro 36emîn salvegera xemgîn a Enfala Behdînanê bi bîr tînin ku ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an di qonaxa dawî ya Enfalê da pêk hat û bandor li xelkê sivîl, av, hewa, ax û xwezaya navçeyê kir.

Silav li giyanê pak ê 182 hezar qurbaniyên Enfalê ku ji Germiyanê heta gundê dawî yê Behdînanê bûne qurbaniyên tawanên rejîma hîngê ya Îraqê.

Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê Enfalê wekî komkujî, tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê nas kiriye.

Lewma em bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku di hemû waran da qerebûkirina malbatên mexdûrên Enfalê bike.

Li Herêma Kurdistanê jî divê em baştir xizmeta malbatên wan bikin û li ser asta navneteweyî hewlên xwe ji bo naskirina Enfalê wekî komkujî berdewam bikin.

Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî berhema giyanê pak, xwîna bi hezaran şehîdan, rondikên bi hezaran dayîkên cegerşewitî, Enfal, kîmyabaran, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye, ji ber hindê erkê me hemûyane ku em wan destkeftiyan biparêzin.

"Tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan jî divê welat bibe armanca me"

Tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan jî divê welat bibe armanca me û me hemûyan li hev bicivîne.

Bi vê minasebetê em dupat dikin ku divê li Îraqê ders ji rabirdu bê wergirtin û mafên hemû pêkhateyan bê parastin da ku em hemû bi hev re kar bikin ji bo misogerkirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên niha û paşerojê.

Silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Spas ji bo xelkê qehreman ê Hewlêr û derdora wê ku di rojên dijwar da li Cêjnîkanê hatin alîkariya mexdûrên Behdînanê.

Mîhrebanî û helwesta wan a welatparêziyê tu carî nayê jibîrkirin.”

Enfala Badînanê

Enfala Badînanê, pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.

Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.

Li gorî belgeyên fermî yên Îraqê, li Badînanê 13 hezar û 553 kes hatin girtin ku ji wan 3 hezar û 373 jin û 6 hezar û 964 zarok bûn.

Ji bilî komkujiya sivîlan, nêzî 600 gund wêran bûne û nêzî 60 hezar welatî jî koçber bûne û bê mal man.

Gelek gund jî hatin kîmyabarankirin ku ji wan 40 gundên Xirîstiyanan û 81 gundên Kurdên Êzidî bûn.

Rejîma Beasê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.

Parlamentoya Îraqê 14ê Nîsana 2008an Komkujiya Enfalê bi awayê fermî nas kir.