Xeber hat: Heşdî Şebî dê ji Germiyanê vekişe!

25-08-2024
Nîşan Heşdî Şebî Germiyan Vekişîn Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî ragihand ku dê Heşdî Şebî ji Germiyanê vekişe.

Milîsên Heşdî Şebiyê bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê.

“Dê vekişin”

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî ji Rûdawê re got:

“Wezareta Pêşmergeyan xeber da ku ew bi Bexdayê re axivîne.

Heşdî Şebî dê heta 2-3 saetan ji wê derê vekişe çimkî bê xeber hatine.”

“Wan ji niha ve dest bi vekişînê kiriye”

Bextyar Bêserî li ser milîsên Heşdî Şebiyê yê ku ketine wê herê mê jî ev agahî dan:

“550 otomobîl û amûrên leşkerî bi wan re bûn. 150 ji wan otomobîlan wesayîtên leşkerî bûn.

Hewl didin hêzên xwe bi cih bikin lê dê vekişin û wan ji niha ve dest bi vekişînê kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst