NARÎN GURAN - Li nêzîkî malê xwîn hatibû dîtin: Walî daxuyanî da

25-08-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerînê yên ji bo Narîn Gurana 8 salî didomin.

Li ser kevirekî ku bi qasî 30 metreyî dûrî mala Narînê ye, dilopên xwîna hişkbûyî hatibûn dîtin.

Parêzgarê Amedê ragihand ku ew xwîna kesekî din bûye.

Narîn Guran roja 21ê Tebaxê saet 15:00an ji kursê derketiye û careke din ti agahî jê nehatine wergirtin.

Li ser agahdarkirina malbata zaroka 8 salî, cendirme û tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo dîtina wê li derdora gund xebat da destpêkirin.

Xebatên lêgerînê îro jî berdewam kirin û ew heta niha nehatiye dîtin.

Parêzgariyê daxuyanî da

Parêzgariya Amedê jî derbarê xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê daxuyanî da.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat destnîşankirin ku ji bo dîtina wê di koordînasyona walîtiyê de xebatên lêgerînê yên ekîbên peywendîdar berdewam dikin.

Parêzgariya Amedê herwiha da zanîn ku parvekirinên hin hesabên medyaya civakî yên îdia dikin cenazeyê Narîn Guranê hatiye dîtin ne rast in û got:

“Ji welatiyên me tê ricakirin ku guh nedin îdiayên bêbingeh ên bi vî rengî yên ku li ser hesabên medyaya civakî tên parvekirin.”

Li aliyê din ve, tîmên cendirmeyan îro li wesayîtên ku ketine taxê û ji taxê derketine lêgerîn kir.

Helîkopter beşdarî xebatên lêgerînê bûn.

Li ser kevir xwîn hat dîtin

Di dema lêgerînê de li ser kevirekî ku bi qasî 30 metreyî dûrî mala Narînê ye xwîna hişkbûyî hat dîtin.

Li ser vê yekê li derdorê ji aliyê tîmên cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Ekîbên lêkolînê kevir bi xwe re bir û li ser lêkolîn hat kirin.

Parêzgariya Amedê diyar kir ku ew lekeya xwînê ya li ser keviran a ji pozê zarokekî ji taxê derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst