Li Qersê hirçên birçî daketin nav bajêr

25-08-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hirçên boz ji bo xwarinê daketin nav bajêr.

Li navçeya Qamûşanê şeva borî çend hirçên boz ên birçî li ser sergo li xwarinê geriyan.

Hirç carina yeko yeko, carinan jî bi kudikên xwe re tên ser sergo û piştî ku zikê xwe têr dikin û vedigerin daristanê.

Li gorî gotina welatiyan, hirçên boz piştî xwarinê dixwin careke din vedigerin daristanê û ev dem bi dem dubare dibe.

Welatiyên derdorê jî bo temaşekirina wan diçin wê herêmê û dîmenên wan digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst