Heşdî Şebî çû Germiyanê: Pêşmerge li benda fermanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan ragihand, ew ji bo pêngavên ku li hemberî Heşdî Şebiyê bên avêtin li hêviya fermana Wezareta Pêşmergeyan in.

Milîsên Heşdî Şebiyê bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê.

Hem Polîsên Gaz û Petrolê yên Herêma Kurdistanê û hem jî Pêşmergeyên Lîwaya 5an li wê derê hene.

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî li ser hatine Heşdî Şebiyê got:

“Zêdetir ji 150 amûrên leşkerî bi wan re hene û bêyî ti hevahengiyê hatine vê derê.”

“Pêşmerge li hêviya fermanê ye”

Bextyar Bêserî got ku gelek milîsên Heşdî Şebiye hatine û pêgehên xwe qewîn dikin û li pey çû:

“Pêşmerge li sînorên xwe ne û li hêviya fermana Wezareta Pêşmergeyan in.”

“Armanca wan dagirkirina bîrên petrolê ye”

Li hêla din, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9an a Pêşmergeyan Nasir Mihemed ragihand ku Heşdî Şebî ketiye herêma wan jî û paşê vekişiyaye û got:

“Îro derdora saet 04:30î hêzek hat sînorên me jî û paşê vekişiya. Niha kes nemaye.

Ti hevahengiya wan nebû bi me re. Armanca wan tenê dagirkirina bîrên petrolê ye.”