Berbijêrên hevserokatiya HDPyê diyar bûn

25-08-2023
Nîşan HDP Kongreya Awarte Hevserok Berbijêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê 27ê Tebaxê were lidarxistin.

Berbijêrên hevserokatiyê yên ku dê di vê kongreyê de bibin berbijêr diyar bûn.

Li gorî zanyariyan, Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan berbijêrê hevserokatiya HDPyê ne.

HDP dê kongreya xwe ya awarte 27ê Tebaxê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê li dar bixe.

Dê di vê kongreyê hevserokên HDPyê biguherin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hevserokên niha Mîthat Sancar û Pervîn Buldan nabin berbijêr

Dê bi biryara partiyê, Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bibin berbijêr.

Sultan Ozcan endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPyê ye.

Cahît Kirkazak jî endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) e.

Herwiha dê di kongreyê de rêziknameya partiyê jî biguhere û dê hejmara endamên Meclisa Partiyê bê kêmkirin.

Li gorî vê yekê, hejmara endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes e dê dakeve 50 kesî.

Li aliyê din, dê medya karibe kongreyê bişopîne û hevserokên niha Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî dê di kongreyê de amade bin.

Sultan Ozcan kî ye?

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê ji dayik bûye.  

Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye.

Sultan Ozcanê gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak kî ye?

Cahît Kirkazak, sala 1979an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê qedandiye.

Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye.

Wî demekê karmendiya hikûmî jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst