Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku kete nav destên leşkerên Beasê, temenê Remezan Bergareyî tenê 12 sal bû.
Remezan Bergareyî, 28ê Tebaxa 1988an kete nav destên leşkerên Îraqê. Birîndar bû û temenê wî 12 sal bû.
Remezan Bergareyî wiha behsa çîroka xwe kir:
“Rejîma Beasê, 27ê Tebaxê herêma me kîmyabaran kir. Zarokekê ji ber bêhna wê canê xwe ji dest da.
Ez bi şevê ji tirsan ranezam, bi rojê jî xew bi çavên min neket.
Dema ku leşkerên Beasê berê xwe da herêma me, xizmên me reviyan. Di nav wê xirecirê de ez hatim jibîrkirin.
Gava ku min çavên xwe vekirin, min dît ku dora min tiji leşker e. Wan gule berda min û ez birîndar kirim.
Piştre leşkerek hat, ez birim cem xwe û ez ji wê derê dûr kirim. Wan paşê ez birim Keleha Nizarkê ya li Dihokê.
Min bi çavên xwe dît ku wan li wê derê bi dar û keviran şkence li xelkê dikir.
Ez bi wê birîndariya xwe 14 rojan tî û birçî mam.”
Remezan, di wî temenê xwe yê naşî de bûye şahidê Enfalan Badînanê.
Dîmenên kuştina jinan û şkenceya ku li wan hatiye kirin heta niha jî ji ber çavên wî naçin.
Enfala Badînanê
Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.
Pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.
Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.
Vê rejîmê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.
Di Enfala Badînanê de herî kêm 5 hezar kes hatin kuştin, 60 hezar kes koçber bûn.
Enfala Badînanê 663 gund dan ber xwe.
Di nav wan gundan de 40 gundên Xiristiyanan, 81 gundên Kurdên Êzidî jî hebûn.
Herwiha 79 gund jî hatin kîmyabarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse