Nêçîrvan Barzanî, li ser Enfala Badînanê peyamek belav kir: Divê ev dîroka tehl bibe waneyek

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 35emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku xizmeta ji malbatên qurbaniyên Enfalê re bîranîn û wefadariya herî baş a hemû şehîdên Kurdistanê ye.

“182 hezar kes bûn qurbanî”

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de sivîlên ku di Enfala Badînanê de şehîd ketine bi bîr anîn û got:

“Sala 1988an ji Germiyanê heta Badînanê 182 hezar welatiyên bêtawan ên Kurdistanê tevî zarok û jin û pîr û ciwanan bûn cangoriyên wê tawanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê komkujiya Enfalê nas kiriye û da zanîn ku divê Hikûmeta Îraqê xizmên qurbaniyan qerebû bike.

Nêçîrvan Barzanî, bal kişand ser tebayî û yekîtiya di nav Kurdan de û got ku divê hemû Kurd ji bo dûbarenebûna tawanên wekî Enfalê bixebitin.

Barzanî ragihand, divê Kurd ji bo ku komkujiya Enfalê li seranserê cîhanê were naskirin têbikoşin û got:

“Ev bîranîn û wefadariya herî baş e ji bo giyanê pak ê cangoriyên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”

“Divê ev dîrok bibe waneyek”

Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku divê dîrok tehl a Îraqê bibe waneyek û berdewam kir:

“Divê dîrok û rabirdûya tehl a gelên Îraqê ji bo hevqebûlkirin, bihevrejiyan û mafên tevahiya Îraqa nû wane, pend û hander be.

Ji bo karesatên rabirdûyê dûbare nebin, herwiha azadî û mafên destûrî yên her kesî parastî bin divê ev dîrok bibe waneyek.”

Enfala Badînanê

Enfala Badînanê, pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.

Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.

Rejîma Beasê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.