RIHA – Şkence li zarokê 15 salî hat kirin: ‘Wan xwest ez xalê xwe bikujim’

25-08-2023
Nîşan Riha Zarok Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bav û apekî şkence li zarokekî 15 salî kir.

Ew bav û ap bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gundê Siwêdiyê yê Sirûcê, bav, bira û apê Mahmut Şyê 15 salî, ew bi zincîrê li axurê girê da û şkence lê kir.

Piştî ku zincîr hat vekirin Mahmut Ş. dîmenên şkenceyê bi telefona birayê xwe ji dayika xwe Zeynep Şyê re şandin ku ji bavê wî cuda ye.

Li ser giliyê dayika wî, cendirme çûn gund û bavê wî Îzzet Ş., mamê wî Mahmut Ş. û birayê wî Ali Ş. desteser kirin.

Îzzet Ş. û Mahmut Ş. piştî karên îfade wergirtinê şandin dadgehê.

Her du bi biryara dadgehê hatin girtin.

“Wan dixwest ez xalê xwe bikujim”

Mahmut Şyê ku şkence lê hatiye kirin got:

“Bavê min û mamê min dixwest ez xalê xwe bikujim, min qebûl nekir û ez ji malê reviyam.

Ew bi dû şopa min ketin, wan li navçeya Bêrecûkê otomobîl li min qeliband û ez bi zorê birim gund.

Ez li axurê bir zincîrê girê dam û wan 9 saetan şkence li min kir.

Piştî ku meta min zincîra min vekir, min bi şevê bi dizî dîmen ji dayika xwe re şandin.”

Li aliyê din, dîmenên şkenceyê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Dîmen di nava gel de bûn sedema bertekeke zêde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst