Barzanî: Îradeya Kurdan bi ser ket, dijmin ketine sergoya dîrokê

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Komkujiya Enfalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rêjîma Beas ve li devera Behdînanê pêk hat, peyamek belav kir û ragihand, “Îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bi ser ket û dijmin û tawanbar jî ketin sergoya dîrokê.”

Di dewama cenosîda ku ji 25ê Tebaxa heta 6ê Îlona 1988an ji aliyê rejîma Iraqê ya wê demê ve li dijî gelê Kurdistanê pêk hat, piraniya Kurdên bajar û gundên herêma Behdînanê bi awayekî hovane bi çekên kîmyayî hatin kuştin, xelk hatin girtin û sirgûnkirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Armanca rejîmê guhertina demografiya Kurdistanê û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bi çek û tundî û zordariyê bû. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bi ser ket û dijmin û tawanbar jî ketin sergoya dîrokê.”

Barzanî di bîranîna wan kesên ku di 34emîn salvegera Enfalê de li Behdînan, Germiyan û Barzanê di komkujiya li dijî Kurdan de şehîd bûn, got, “Bi minasebeta vê bîranînê em radigihînin ku gelê me tu carî zimanê tundî û tawanan qebûl nake û divê Hikûmeta Iraqê berdêla hemû tawan û neheqiyên ku li dijî gelê me hatine kirin, bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst