Bi roketan êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê kirin

25-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi roketan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Zêlkanê li sînorê navçeya Şêxanê hat kirin. Dije Terora Herêma Kurdistanê dibêje, bi 9 roketan binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zêlkanê hatiye armanckirin.

Rêvebirê Nahyeya Zêlkanê Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand, “hejmarek roket li nav binkeya leşkerî ya Tirkiyê ketine xwarê, lê belê derbarê ziraran de ti agahî nehatine zanîn.”

Dije Teror a Kurdistanê derbarê êrîşê de ragihandiye, “êrîş demjimêr 13:50 bi 9 roketên ji corê Grad hatiye kirin” û roket li derdora binkeya leşkerî ketine xwarê û ti zirarên canî û maddî çênebûne.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, “roket di navbera gundê Faziliye û Kanûne yên nahyeya Başîkê de ji ser wesayiteke barhilgir a ji corê KIA ve hatine avêtin, û ji ber bandora roketan wesayit şewitiye.”

Di 15ê Tebaxa 2022an de 2 mûşek avêtine baregeha Zêlkanê. Li gor daxuyaniya Dijî Teror a Kurdistanê, “yek ji wan mûşekan li nav binkeya leşkerî ketiye xwarê” û ya din jî li derdora gundê Gudadê ketiye.

Baregeha leşkerî ya Tirkiyê di sala 2015an de li Zêlkan a navçeya Şêxanê hatiye avakirin û heta niha gelek caran rastî êrîşên mûşekî hatiye. Ev baregeh ji bo perwerdekirina çekdarên Heşd el-Weten ku hêzeke Iraqî ya Sune ye, hatibû avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst