Li Amedê vekolîna şûnwarê dîrokî yê Qotê Ber Çem berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di kolandinên Qotê Ber Çem de ku dîroka wê vedigere Serdema Neolîtîk şopên erdhejên beriya zayînê 3000 salan hatin dîtin.

Seroka Kar û Xebata Kolandinê amaje bi wê yekê dike amarên bi dest xistine nîşan didin ku li herêmê di asteke cidî de lehî û erdhej çêbûne û piraniya avahiyan nêzîkî metreyek û nîvê di bin çiravê de mane.

Seroka Kar û Xebata Kolandinê Asli Erim Ozdogan got, “Ev der di pileya yekem, kembera erdhejê de ye. Ev avahiyên wêran bûne û hilweşîna dîwaran nîşan didin ku wê demê erdhej zêde û berdewam çêbûne. Ji nû ve lêkirina dîwaran jî yek ji nîşaneya erdhejên zêde ne.”

Beriya niha jî li Qotê Ber Çem cihek hatibû dîtin ku tê de hestî û kiloxên zêdeyî 400 kesan hebûn û avahiyeke ji mermeran jî derketibû holê.

Arkeolog Baran Başaran anî ziman, “Em li navendeke wiha kar din ku dîrokê zelal dike. Her cihekî ku em dikolin em bi kelecan çaverê dikin dê ka çi derbikeve. Her em li dû tiştên nû ne û gelek tiştan fêr dibin.”

Li Qotê Ber Çem beriya 58 salan karê lêkolînê hat destpêkirin lê di sala 1991an de bi hinceta ewlekariyê hat rawestandin.

Her wiha beriya niha bi 7 salan careke din karê kolandinê dest pê kir û niha ev kar û xebat bi tîmeke 29 kesan berdewam in.