ŞIRNEX - Kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin; Hûrgiliyên bûyerê

25-08-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin
Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin
Nîşan Şirnex Hezex Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Li Taxa Nû ya Hezexa Şirnexê kesek bi navê Hesen Karaaslan 3 keçên xwe bi tifîngê di xew de kuşt. Hevjîna wî Leyla xwest xwe ji destê wî xilas bike û reviya. Lê ew jî li eywana malê kuşt.

Li gorî beşek ji şêniyên Hezexê kujer xwestiye xaniyê xwe bifiroşe, lê hevjîna wî Leyla li dijî firotina xanî derketiye. Hevjînê wê jî li ser vê yekê 3 keçên xwe Şerîfeya 13 salî, Meleka 16 salî û Deryaya 17 salî  û hevjîna xwe kuştiye. 

Rêveberê Dengê Torê Metîn Demîr got: “Saet 01.30ê şevê hersê keçiikên wî di xew de ne. Diçe hersê zarokan jî dikuje. Hevjîna wî jî kara bazdanê kiriye ku baz bide, ew jî li salonê kuştiye. Zaroka wan a din jî 10 salî ye. Ketiye pişta sarincê. Xwe li wir vedişêre. Xwe li pişta sarincê diparêze. Wê li wir xwe xilas kiriye.”

Hezexî jî dibêjin ev cara yekemîn e ku bûyereke wiha li navçeya wan çêdibe û ew naxwazin kuştinên wiha careke din çêbin.

Cîranê malbatê dibêje: “Pirsigrêkên wî derûnî ji kevin de hebûye. Beriya 5-6 salan jinik xeyidî bû, çûbû mala bavê xwe. Baş bibû û dîsa li hev hatibûn. Ji hev hez jî dikirin. Qey xwedê şevê din ev qeder aniye serê wan.”

Cîrana malbatê Qesîde Arik jî got: “Piçek carna serê xwe wilo wenda dikir.”

Rûniştvanê Hezexê Ehmed Erbey jî diyar kir: “Em naxwazin tiştên wiha di nava miletê me de bibin.” 

Rûniştvanê Hezexê Evdilezîz Beldek jî got: “Ez gelek xemgîn im. Dilê min gelek li ser wan diêşe. Hemû Hezex li ser wan gelek xemgîn e.”

Cîrana malbatê Besna Îmok anî ziman: “Wileh em li ber wan ketin. Em îro rojek e li ser wan digrîn.”

Cîrana malbatê Hafize Artaş wiha axivî: “Em serê sibehê rabûn ku wisa çêbûye. Bi xwedê îcar bi şev bibe, bi şev kuştibe em nizanin.”

Her çiqas der û cîranên kujer qala xirabûna derûniya wî dikin jî heta niha tu raporeke fermî ya ku ji ber derûniya xwe hatiye dermankirin li holê nîn e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst