Riha tekane parêzgeh e di xeta sor a coronayê de

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di lêdana derziya Coronayê de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza dawî de ye û tekane parêzgeh e ku di xeta sor a Corona de ye.

Parêzgeha Riha di lêdana derziya Coronayê de bi rêjeya%53.1  li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza dawî de cih digre. Ew parêzgeha Bakurê Kurdistanê herwiha tekane parêzgeh e ku di xeta sor a Corona de ye.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koco îro Çarşemê 25ê Tebaxa 2021ê  li ser hesabê xwe yê twitterê banga xelkê Rihayê kir ku biryara derzîlêdanê bidin û metirsiya li ser bajêr kêm bikin.

Fahrettin Kocan nivîsandiye: “Roj baş Riha. Îro biryara doza yekem bidin û metirsiya ku di asteke jor de ye kêm bikin. Di nexşeyê de tekane parêzgeha sor e.”

Li Rihayê xebatên derzîkirinê ji bilî navendên tendirustiyê bi 50 tîmên gerok li navenda bajêr, navçe û gundan têne meşandin.

Niha hin parêzgehên Bakurê Kurdistanê di xeta pirteqalî de ne û li gor bajarên Tirkiyê rêjeya beşdariya gel a ji bo derzîkirinê kêm e.