Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber guherîna keşûhewayê li cîhanê, ava çemên Rojhilatê Kurdistanê jî ne wekî berê ye û kaniyên avê jî wek berê avê nadin û zuha bûne. Tenê li parêzgeha Kirmaşanê, ava çeman bi rêjeya %60, û ava bin erdê nêzîkî %30, û ava kaniyan jî %70 kêm bûye.
Xuşexuş û xumîna berê ji çemên Rojhilatê Kurdistanê nayê. Kaniyên avê jî, weke berê ne sazkar in. Ew jî bi sedema wê guherîna keşûhewayê ku li cîhanê derketiye.
Gelek çem û kaniyên Rojhilatê Kurdistanê zuha bûne, weke mînak, tenê li parêzgeha Kirmaşanê, li gorî raporta Rêveberiya Avê, ava çeman bi rêjeya 60%, ava jêr zeviyê bi nêzîkî 30% û ava kaniyan jî 70% kêm bûye.
Îsal rêjeya baranbarînê jî li Rojhilatê Kurdistanê li gorî sala par, nêzîkî %30 kêm bûye.
Qedriye Qofîq, welatiya ji devera Hewramanê dibêje: “Kaniyên me çik bûne, ava me tune ye, ji bo vexwarinê jî ava boriyê ji me re tê ku ew roj roj ne rojekê nîv saetan av bo me tê. Êdî av nîne ku em ji kaniyan avê bînin. Ji bo baxên me, va hemû hişik dibin. Êdî em çi bikin.”
Bi qerebûkirina kêmbûna avê, ji bo çandiniyê, xelk penayî kolana bîrên avê bûne.
Ev yek, tenê bi awayekî demkî kêşeya cotkaran çareser dike, lê di dema dirêj de, karesatê li pey xwe tîne.
Li parêzgeha Sine jî, li gorî raporta Rêveberirya Ava Navçeyan, 14 hezar bîrên ava yasayî û 7 hezar û 500 bîr, bi awayekî neyasayî, hatine kolan.
Ferhad Mewlûdî, şarezayê guherîna keşûhewayê dibêje: “Bikaranîna bê sînor avên bin erdê li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedem ku asta avên me bigihin asta xwe ya herî nizim. Wek mînak, li Deşta Bokanê û hin cihên din, asta avê bi qasî 90 metran daketiye, li Deşta Dêwandere, Dehgulan, Qurwe û Bîcar, asta ava me heta 150 metran daketiye.”
Dibe ku kolana bîran, ji bo vexwarin û çandiniyê çareseriya girifta kêmaviyê bike, lê di heman demê de jî, karesata siruştî li pey xwe tîne, ji ber ku golên avê vala dibin, di encamê de, zevî dadikeve û dixefise. Dema ku zevî jî dixefise, embar tijî ax dibin, û eger baran jî gelek bibare, sûd jê namîne, ji ber ku cihek nîne av tê de, bi paş de bê vegerandin.
Ferhad Mewlûdî herwiha dibêje, “Ev yek gelek metirsîdar e ku ne tenê em di paşerojeke nêzîk de tûşî qeyraneke avê dibin, dikarim bibêjim ku wek parêzgehên din ên Îranê wek Hemedan û Meşhed û Şîrazî, em dê tûşî jinavçûna zeviyên çandiniyê û şiqitîna zeviyan bibin.”
Hikûmeta Îranê bi salan hewl daye, zora krîza avê bibe. Dirustkirina bendavan û guherîna rêyên avê girîngtirîn rêkar in, ji bo kontrolkirina krîza avê. Tenê, li parêzgeha Sineyê 18 bendav hene.
Dirustkirina bendavan, guherînê di sîstema jîngehê de û li jîngeha navçeyeke berfireh, dirust dike, herwiha dikare bibe sedema lehiyên mezin, weke çawa Buhara 2019an, li Loristanê çê bû.
Veguhastina avê ji navçeyekê bo navçeyeke din jî, kêşedar e. Herwiha veguhastina avê, bi tunêlê ji navçeya (Elîguderz) li parêzgeha (Loristan) bo parêzgeha (Qum) bandor li ser ava jêr zeviyê ya wê naçveyê kiriye.
Hucetulla Rehmanî, Nûnerê Elîguderzê yê sala 2016 di parlamentoya Îranê de behsa metirsiya valabûna gundan bi sedema bê aviyê dike û dibêje: “Piraniya gundan bi sedema kolana tunêlê û daketina asta ava jêr zeviyê dikin vala bibin, yan bi tevayî hatine valakirin. Piraniya zeviyên çandiniyê yên avî, bûne li ser baranê.”
Hişkesalî û guherînên keşûhewayê, pêla biyabanbûnê li Îranê daye pêş. Ev diyarde li parêzgehên Kirmaşan û Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê jî heye.
Li Îranê jî, 17 parêzgeh li jêr gefa biyabanbûnê ne, ku nêzîkî 70% ji nişteciyên Îranê li wan parêzgehan dijîn.
Guherînên keçûhewayê di 10 salên bihorî de, keşûhewaya Îranê 2 pileyan germtir kiriye, lê pêşbîniya Keşnasiya Îranê ji bo Rojhilatê Kurdistanê karesatbartir e.
Li gorî raporta Keşnasiyê, vê Havînê keşûhewaya parêzgehên Urmiye û Sine, di navbera 3 heta 6 pileyan de germtir dibe.
Dibe ku rola Rojhilatê Kurdistanê di germbûna keşûhewaya zeviyê de nebe, lê ew qurbaniyeke wê ya mezin e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse