Ji ber kêmbûna çêrgeh û êm berhemê şîrê çêlekan kêm bûye

25-08-2021
RÛDAW
Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê çêlek û gamêş dinalînin
Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê çêlek û gamêş dinalînin
Nîşan Guherîna Keşûhewayê Çêlek Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê çêrgeh û êm kêm bûye û ew jî bûye sedem berhemên şîrê çêlekan kêm bûye.

Li gorî Wezareta Çandiniya Sûriyê, piraniya çêlek û gamêşên Sûriyê, li herdû navçeyên Dêrikê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Xwediyekî çêlekan li Dêrîkê dibêje, ku di dema asayî de, çêlek rojane 10 kîlo şîr didin, lê niha ji ber germê, tenê 4 kîlo şîr dide.

Li çêrgehên Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber hişkesaliyê û germa zêde ya havînê, garanên çêlek û gamêşan dinalînin. Xwediyê dewaran Hesen Şabo behsa derd û êşên xwe yên ji ber hişkesaliyê û bandora wê ya nerênî li ser çêlek û gamêşan dike.

Gavan Hesen Şabo dibêje: “Bi Xwedê em ajelên xwe bi xwîna xwe xwedî dikin, piris ne ya qezancê yan xisarê ye, ji ber em dixesirin û fêdê nabînin. Tu dikarî li rewşa garanê binêre, hişkesalî û germa heye, tiştek nîne, seqaya havînê  germ e, û ajel jî nikarin zêde dest ji avê berdin, 2 demjimêran sibehê zû diçêrin û piştre vedigerin nav avê, ji ber germê nikarin bê av bijîn.”        

Îsal ji ber baran kêm bariya, çêrgehên ajelan di biharê de baş şênnebûn, lewra hişkesalî û germê bandoreke zêde nerênî li çêrgehên gamêşên Dêrikê kir û ev yek jî bû sedema kêmbûna berhemê şîr.

-Hesen Şabo herwiha got: “Bandoreke zêde ya germê heye, eger çêlke û gamêş xwe di nav avê de sar nekin dê bimirin û berhemê wan jî kêm dibe, wek tu dizanî ji ber germê berhemê çêlekan kêm dibe, di dema asayî de rojane 10 kîlo şîr dide, lê niha ji ber germê tenê 4 kîlo şîr dide, ev jî eger ka, êm û pûş bandorê li wan nekin.”

Li gor Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê, berî şerê navxwe 7 hezar û 771 gamêş li Sûriyê hebûn, di sala 2016an de %40 ev rêje kêm bû,  li gor heman çavkaniyê  %70ê serên çêlek û gamêşên Sûriyê li herdu navçeyên Dêrik û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê ne. Piraniya garanên Dêrika Hemko jî li Deşta Hesinan û başûrê Redê têne xwedîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst