Li gundekî Wanê piştî 25 salan pirsgirêka avê hat çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wana Bakurê Kurdistanê, bi boneya gihandina ava pak ji bo çend navçeyên ajeldariyê, xelkê gundê Xosbê yê navçeya Payîzava, kêfxweş kir.

Şaredariya Mezin ya Wanê av gihande wê navçeyê, ku piştî nêzîkî 20 salan, bi hezaran ajelên wê navçeyê, di reşreke zehmet û dijwar re derbas bûn, û av ji bo wan hate dabînkirin, û pirsgirêka wan çereser bû.

Welatiyên gundê Xosbê li navçeya Payîzava dibêjin, ku ji bilî gihandina avê, duristkirina Navenda Berhemanîna Eliktirîkê ji enerjiya rojê, dabînkirina embaran ji bo ajeldariyê, û xizmteguzariyên rêyan, em kêfweş kirin.

Muxtarê Gundê Xosbê Ismet Yolak dibêje: “Dema 25 salan bû, pirsgirêka avê li vê navçeyê hebû. Li vî gundî 10 hezar serî pez heye. Ji bo wan 10 hezaran, bi mil an bi traktorê av dihate veguhastin bo vê derê. Ev ava ku niha li ber dest e, ez gelekî jê razî me û pê dilxweş im. Ji dema ku ev av hate vê derê, em hemû şad û kêfxweş bûn."

Welatî dibêjin, ji bilî gihandina avê, dirustkirina Navenda Berhemanîna Elektrîkê ji enerjiya rokê, dabînkirina embaran ji bo ajeldariyê û xizmteguzariyên rêyan, em dilxweş kirin.

Gundnişîn Fatma Çalî jî got: “Berê em diçûne deverên dûr. Em gelekî bi zehmetî diçûn, rê ne xweş bû, wergera otomobîlê jî hebû. Me nikarîbû xwarinê jî, ji xwe re bibin, gelek caran em dereng diketin û birçî dibûn. Spas ku ev av li vê derê hate dabînkirin û gihişte me.”

Li gorî raporta Desteya Amaran a Tirkiyê, ku Adara îsal hate belavkirin, li Wana Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 166 hezar ajelên biçûk û 197 hezar ajelên mezin hene.

Li gorî heman raportê, berawird bi sala 2020an, ajelên biçûk bi rêjeya 17% û ajelên mezin bi rêjeya 8% zêde bûne.