DUHOK – Ji ber bombebaranên Tirkiyê 10 donim daristan û zeviyên çandiniyê şewitîn

Duhok (Rûdaw) – Li nav sînorên parêzgeha Duhokê, ji ber şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û PKKê de û bombebaranên firokeyên Tirkiyê, zêdetirî 10 donim daristan û zeviyên çandiniyê şewitîn. Herwiha li gor amarên berdest, ji ber bombebaranên artêşa Tirkiyê îsal zêdetirî 2 milyar ziyan gihişte xelkê Nahiya Kanî Masê.

Rêveberiya Nahiya Kanî Masê ragihand ku di sê rojên borî de 800 donim daristan li herêma Berwariya Bala şewitîn û ji ber topbaranên Tirkiyê agir gihîşte nêzîkî gundan û xelkê wê deverê tevî metirsiya li ser canê wan agir vemirandine.

Cotyarê bi navê Tebsîma Ekrem ji Rûdawê re got: “Agir ziyan gihand me. Bax û zeviyên me yên çandiniyê şewitîn. Herwiha beşek ji zeviya baxê sêvên me şewitî ku nêzîkî xaniyê me bû.”

Li gor daneyên Rûdawê ji  Parêzgariya Duhokê wergirtine, îsal li nav sînorên Duhokê zêdetirî 10 hezar zeviyên çandiniyê û daristan ji ber bombebaranên Tirkiyê şewitîn. Hinek cih hene ku ev 3-4 sal e, li ser hev dişewite û metirsiya jinavçûna hinek cureyên dar û ajelan heye.

Cotyar Rêber Dêrîşk jî dibêje: “Weke hûn dibînin îsal gelek cih şewitîn. Ji ber wê şewatê bêguman ji bilî darên berû û mazî gelek darên berhemdar weke kezwan û guhişk dişewitin û eger heye hinek bi temamî ji nav biçin. Eger heye careke din hinek ji wan giya û darên dişewitin hişîn nebin.”

Li gor amarên Rêveberiya Nahiya Kanî Masê li nav sînorê wê herêmê bi bihayê 2 milyar dînar zêdetir dar û berhemên çandiniyê yên xelkê şewitîne.

Rêvebirê Nahiya Kanî Masê Serbest Sabrî hî dibêje: “Ji ber hebûna mîn û teqemeniyan em gelek caran nikarin agir vemirînin. Herwiha me kelûpel û amûrên pêwîst ên ji bo vemirandina agir nînin û navçe jî gelek asê ye û çiyayî ye.”