Li Rojavayê Kurdistanê xwendin 1ê Îlonê destpê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku 23 vê meha Tebaxê, deriyên dibistanan li ber rêveberên dibistanan û mamosteyan hatin vekirin û biryar e roja yekê Îlonê jî dibistan pêşwaziyê li xwendekaran bikin û proseya xwandinê bi fermî dest pê bike.

Ji bo sala nû ya xwandinê, biryar hatiye dan ku rêkarên pêwîst ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa Coronayê bêne bicihkirin.

Li aliyekê din, Encumena Wezîran a Sûriyê jî biryar daye ku li Sûriyê jî di 13ê Îlonê de dest bi sala nû ya xwendinê bihê kirin.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Rohat Xelîl derbarê hûrgiliyên vê mijarê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa proseya xwendinê ya sala nû kir.

Rohat Xelîl got: “Destpêka derketina nexweşiya Corona, me sala xwe ya xwandinê ya par di rêya dersên online de derbas kir. Hazirên me her ji wê demê ve dihatin kirin, me planên xwe danîbûn ku eger ew nexweşî berdewam be. Me planên xwe hene ku bo sala bihê ya xwandinê jî di her alî de, yanî her sê qonaxên dibistan, navendî û amadeyî jî em dê dersên xwe bi online amade bikin û bi rêya internetê dê ji xwandekaran re bên belavkirin.”

Rohat Xelîl amaje bi vekirina dibistanan jî kir û got: “Li aliyekê din, me amadekariyên xwe kirine ji bo vekirina dibistanan jî, yanî weke hûn jî dizanin roja 23ê vê mehê dewama îdarî hat destpêkirin û roja 1ê meha 9 dê xwandekar jî dest bi perwerdeya xwe bikin.”

Hejmara xwendekaran li dibistanên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, gihiştiye 203 hezar xwendekarî. Ji bo wan 20 hezar mamoste û 2 hezar û 225 dibistan hatine amadekirin.

Ji aliyê tendirustî ve jî, rêkarên pêwîst hatine standin, ew jî bi mebesta parastina xwendekaran, êdî li gorî her dibistanekê û hejmara xwendekaran, wê proseya perwerdeyê, li ser hersê qonaxên xwendinê yên seretayî, amadeyî û lîseyê, bê birêvebirin.

Berpirsa Rêveberiya Dibistanan, Menal Mihemed Emîn jî ji Rûdawê re ragihand, ku niha ew li ser amadekirina şêwazê fêrkirinê kar dikin, eger rewş weke xwe bimîne, ew dê hejmara xwendekaran di polan de kêm bikin û dibistanan bikin 2 dan, danek sibehê û danek nîvro, da ku mercên jihevdûriya civakî ya tendirustî bêne bicihkirin.

Menal Mihemed Emîn behsa egera rawestana proseya perwerdeyê jî kir û got: “Eger tûşbûyên Koronayê bêhtir bibin, egera wê yekê heye ku proseya perwerdeyê li dibistanan raweste û dest bi proseya perwerdekirina online û ji dûr ve bê kirin. Ew prose dê bi rêya hejmarekê ji kenalên taybet û internêtê bê encamdan.”

Hikûmeta Sûriyê jî biryar daye, ji roja 13ê Îlonê ve dest bi sala nû ya xwendinê bihê kirin.

Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê ku ser bi Perwerdeya Hikûmeta Sûriyê ye, ragihandiye ku 25ê Tebaxa 2020an dest bi dewama rêveberî û mamosteyan tê kirin, lê di 13ê Îlonê de xwenekar diçin dibistanên ser bi Perwerdeya hikûmetê.