Di Enfala Badînan de 2 hezar kes bûserûşûn bûn

Duhok (Rûdaw) - Îro 32 sal li ser enfala Badînan re derbas dibin. Di Enfala Badînan de ku qonaxa dawî bû, 2 hezar kes bêserûşûn bûn û 85 hezar kes jî derbider bûn, 700 gund jî hatin wêrankirin.

Wê qonaxa Enfalê di 25 meha Tebaxê destpê kir û heya 6 meha Îlonê berdewam bû. Di roja yekem ya wê qonaxê de, Artêşa Iraqê li du gundê Mêrgetî û Eredna 8 kes hatin gulebarankirin û di goreke bi kom de hatin veşartin.

Kesûkarê şehîdan daxwaz dikin ku termên bêne derxistin û li cihên din bi axê bêne spartin.

Yek ji kesûkarên enfalkiriyan Herbiya Resûl dibêje: “Em ji Selmiyê birin Behrikê li wê derê ji me re gotin zilamên wê birine. Me wê demê zanîn remî kirine. Em niha nizanin kîjan gor a kê ye. Ez nizanim gora hevjînê min kîjan e.”

Safiyê Hesen ku ew jî yek ji kesûkarên enfalkiriyan e dibêje: “Şehîdên me li vê derê ne û em dixwazin ji vê derê bibin nav muxeberekê veşêrin da ku em jî biçin ser gorên wan bizanin kîjan gor a kê ye.

Silêman Osman jî ji kesûkarên qurbaniyan e, lige hinek kesên din bi nehênî çûne hinek term kom kirine û veşartine.

Silêman Osman dibêje: “Me cenazeyên xwe di rojeke tengav de anîn vê derê me nekarî cuda veşêrin. Ew pimam, mam û mirovên me bûn, me xendeq kolandin û ew veşartin. Em heta niha jî nizanin kîjan ê kê ye. Em hêvî dikin ku hikûmet wan veguheze bo muxbera me.”

Nivîsakar Ebdulla Kuvlî lêkolîn li ser gorên bi komî yê Gundê Mêrgetî kiriye û lêkolînên xwe weke pirtûk çap kiriye.

Ebdulla Kuvlî dibêje: “Em gihîştine wê yekê ku li vê yekê girîngiyeke zêde bi vê derê nehat dayîn ku ev gor bi ciheke guncav bê veguhestin. Sedema sereke jî ew e ku bêdengiya xelkê vê derê bûye.”

Îro 25 Tebaxa 2020an 32 sal bi ser Enfala Badînanê re derbas dibin,  ku pêla heştem û qonaxa dawî ya komkujkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê di jêr navê Enfalê de ye. Ew qonaxa Enfalê ji 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam bû û navçeyên Amêdî, Duhok, Zazo, Şêxan, Akrê û Barzan li xwe digirt.