Heskîf ji hatinûçûnê re tê girtin

25-08-2019
RÛDAW
Nîşan Heskîf Êlih Ilisû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heskîf ku dê di bin avê de bimîne, ji hatinûçûnê re tê girtin.


Li Êliha Bakûrê Kurdistanê bi beşdariya waliyê wî bajarî û nûnerên saziyên fermî yên li bajar, civîna Koordînasyona Cihê Niştecibûnê yê Heskîfa Nû, hat sazkirin.


Di civînê de parêzgarê Êlihê Hulusî Şahîn, derbarê rewşa Heskîfê de aşkere kir ku rêya Heskîfa berê dê ji hatinûçûnê re bê girtin û diyar kir, “8ê Cotmehê rêya Heskîfa nû dê bê vekirin û dema ev hat vekirin, Heskîfa berê dê ji hatinûçûnê re bê girtin. Piştî wê dîrokê li Heskîfa berê ti trafîk nabe. Bi vebûna rêya nû, cihê berê dê bi temamî bikeve bin ewlekariyê û têketin û derketin çênabe. Ji ber hindê divê hemwelatî plansaziyên xwe li gor vê yekê bikin.”


Hulusî Şahîn herwiha got ku xebatên projeya Bendava Ilisûyê ber bi dawiyê ve diçin û diyar kir ku xetayeke biçûk jî dê bibe sedema arîşeyên mezin.


Bendava Ilisûyê, li gel Santrala Hîdroelektîrîk sala 2010an dest bi çêkirina wê hatibû kirin û li ser Çemê Dîcleyê yê li devera Heskîfa ser bi parêzgeha Êliha Bakûrê Kurdistanê ve hatiye avakirin.


Di proseya avakirina vê bendavê de beşeke berhemên dîrokî yên li wê deverê bo hinek cihên din hatin veguhastin, lêbelê rêxistinên civaka sivîl, bertek nîşanî çêkirina vê bendavê didin bo ku dê şûnwarên Heskîfê di bin avê de bimînin.


Li Heskîfê hejmareke zêde ya şûnwaran hene û dîroka vê deverê digihije 10 hezar sal berî niha. Heskîf sala 1981an jî weke herêma sirûştî ya parastî hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst