30 sal di ser Enfala Behdînan re derbas bûn
îro salroja qonaxeke pêla enfalê ye ku rejîma berê ya Iraqê bi sedan gund herifandin û bi hezaran hemwelatî bi awayeke zindî di çolan de çal kirin.
Di dema Enfala Behdînanê de li gundê Daka Mezin a Duhokê, ji malbata Ferman Salih 7 kes hatine enfalkirin. Hevjîna wî Sebîha Selîm 4 kurên xwe wendakirin. Leşkerên rejîma Bees li ber çavê wî zarokên wî girtin.
Sebîha Selîm hê jî çarenivîsa bav û bira û biraziyên xwe nizane. Ew ji wê demê ve di nav wêne û bîranînên kurên xwe de dijî û dibêje: “Li pêş çavê min serê wan datînane erdê û bi bilokan li serê wan didan, mejiyê wan dirijandin. Yên din jî hildan birin, qêrînek dihat erd û esman dilerizî. Ew roj û ev roj e ew çûn û êdî nînin.”
Xemê Mistefa hevjîna yek ji kurên Sebîhayê ye. Hevjîna wî û tiyên wî cara dumahîkê li Kelha Nizarikê xatirê xwe ji hev xwestin. Kelha Nizarikê ew der e ku di dema Enfala Behdînanê de leşkerên Iraqê welatî li wir kom kirin.
Xemê Mistefa dibêje: “Malbata me tev de girtin û anîna vê kelhê. Hevjînê min û birayên wî birin. Ew roj û ev roj em di nav vê qehrê de ne. Ne em dizanin ka tirbên wan li kuderê ne û ne ti.”
Hesen Hişyar ê kurê Xemê, di enfalê de bavê xwe ji dest da. Ew jî dixwaze ku qet nebe cihê tirba bavê wî hebe.
Enfala li Başûrê Kurdistanê di 8 qonaxand e berdewam bû û qonaxa dawîn jî ya Behdînanê bû. Di Enfalê de 182 hezar kes hatine kuştin û 5 hezar gund hatine şewitandin. Enfala Behdînanê di 25ê Tebaxa 1988ê de dest pê kir û heya 6ê Îlona heman salê berdewam bû.