30 sal di ser Enfala Behdînan re derbas bûn

25-08-2018
Duhok
Duhok
Nîşan Enfal Behdînan
A+ A-
Duhok (Rûdaw) -  Di ser Enfala Behdînan re 30 sal derbas bûn lê hê jî çavê kesûkarên enfalkirina ji rondikan zuha nebûne.

 

îro salroja qonaxeke pêla enfalê ye ku rejîma berê ya Iraqê bi sedan gund herifandin û bi hezaran hemwelatî bi awayeke zindî di çolan de çal kirin.

 

Di dema Enfala Behdînanê de li gundê Daka Mezin a Duhokê, ji malbata Ferman Salih 7 kes hatine enfalkirin. Hevjîna wî Sebîha Selîm 4 kurên xwe wendakirin. Leşkerên rejîma Bees li ber çavê wî zarokên wî girtin.

 

Sebîha Selîm hê jî çarenivîsa bav û bira û biraziyên xwe nizane. Ew ji wê demê ve di nav wêne û bîranînên kurên xwe de dijî û dibêje: “Li pêş çavê min serê wan datînane erdê û bi bilokan li serê wan didan, mejiyê wan dirijandin. Yên din jî hildan birin, qêrînek dihat erd û esman dilerizî. Ew roj û ev roj e ew çûn û êdî nînin.”

 

Xemê Mistefa hevjîna yek ji kurên Sebîhayê ye. Hevjîna wî û tiyên wî cara dumahîkê li Kelha Nizarikê xatirê xwe ji hev xwestin. Kelha Nizarikê ew der e ku di dema Enfala Behdînanê de leşkerên Iraqê welatî li wir kom kirin.

 

Xemê Mistefa dibêje: “Malbata me tev de girtin û anîna vê kelhê. Hevjînê min û birayên wî birin. Ew roj û ev roj em di nav vê qehrê de ne. Ne em dizanin ka tirbên wan li kuderê ne û ne ti.”

 

Hesen Hişyar ê kurê Xemê, di enfalê de bavê xwe ji dest da. Ew jî dixwaze ku qet nebe cihê tirba bavê wî hebe.

 

Enfala li Başûrê Kurdistanê di 8 qonaxand e berdewam bû û qonaxa dawîn jî ya Behdînanê bû. Di Enfalê de 182 hezar kes hatine kuştin û 5 hezar gund hatine şewitandin. Enfala Behdînanê di 25ê Tebaxa 1988ê de dest pê kir û heya 6ê  Îlona heman salê berdewam bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst