Di navbera pêşmergeyên Komele û xelkê gundekî de pevçûn derket: 2 kuştî, 2 birîndar

Çoman (Rûdaw) – Li devera Balekayetî ya Hewlêrê alozî di navbera pêşmegeryên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê û çend xortên vê deverê de çê bû û di encama teqekirina pêşmegeyên vê partiyê de, 2 xort hatin kuştin û welatiyekî din jî birîdnar bûn.

 

Li gorî zanyariyan, îro Înê 25ê Tebaxa 2017ê di navbera çend xortên devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de de alozî derket, ku bû sedema teqekirina pêşmegreyên wê partiyê.

 

Li gorî zanyariyan, di encama teqekirina pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de , 2 xortên devera Balekyetiyê jiyana xwe ji dest dan.

 

Sedema derketina alozî û pevçûnê hêj nehatiye ragihandin.

 



Peyamnêrê Rûdawê li Çomanê, Bextiyar Qadir ragihand: “Bi sedemeke nediyar alozî di navbera pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û hejmarek xortên gundê Gundjûrê de ku dikeve sînorê Balekayetiyê, çê bû û di encamê de pêşmergeyên Komeleyê de gulle berdan xelkê vî gundî.”

 


Bextiyar Qadir got: “Di encama teqekirina pêşmergeyên Komeleyê de, 2 welatiyên xelkê Gundjûrê canê xwe ji dest dane û kesek din jî birîndar bûne.”


Bi gotina Bextiyar Qadir, her sê kes biryarê hev in.

 

Peyamnêrê me herwiha da zanîn, ku xelkê Gundejorê dibêjin, ku ew vê yekê qebûl nakin û êrişî ser baregehên wê partiya Rojhilatê Kurdistanê kirine.

 

Qayimmeqamê Çomanê, Ehmed Qadir jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Hêzên ewlehiyê gihîştine deverê û hewl didin, ku rewşê kontrol bikin.”

 



Li aliyekî din fermandeyekî pêşmergeyên PDKÎyê ji Rûdawê re ragihand, ku pevçûna îro ti pêwendiyek bi wan ve nîne û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir û hêviya zû başbûnê ji kesê birîndar re xwast.

 

Wî fermandeyê PDKÎyê got: “Em hêvîdarin ku canê pêşmergeyên me ji aliyê xelkê Balekayetî ve parastî be.”

 

Herwiha wî fermandeyê PDKÎyê daxwaz ji hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku lezê bikin û rewşê kontrol bikin.



Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, partiyeke çep a Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji wan partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku di wan heyamên dawiyê de hejmarek ji pêşmergeyên xwe li ser sînorê Rojhilat bi cih kiriye û hewla destpêkirina xebata çekdarî dide.

 

Partiya Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Quntara Çiyayê Helgurdê baregeha xwe daniye.