Balekayetî - Komeleyê daxwaza bilez aramirina rewşê kir

25-08-2017
RÛDAW
Nîşan Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkşên Kurdistana Îranê. Pêşmerge Gundejor Belakayetî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derbarê aloziyên îro yên li devera Balekayetî de daxuyaniyek da û têde daxwaza aramkirina rewşê ji aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Balekyatî kir.

 

Êvariya îro Înê 25ê Tebaxa 2017ê li devera Balekayetî ya parêzgeha Hewlêrê, di navbera 4 welatiyan, ku biryarê hev in, û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de alozî derket, ku di encamê de pêşmergeyên Komeleyê teqe li wan welatiyan dikin.

 

Ji ber teqeya pêşmergeyên Komeleyê, 2 ji wan birayan canê xwe ji dest didin û yek ji wan birîndar dibe û yek jî selamet e.

 

Piştî bûyerê, hejmarek ji xelkê deverê çek rakirin û êrişî baregehên 4 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li devera Balekayetî kirin û tevahiya baregehên wan şewitandin.

 

Derbarê aloziyên li Balekayetiyê de, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, ku pêşmergeyên wê teqe li xelkê kirine û 2 kes kuştine, daxuyaniyek belav kir.

 

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin em agahdar bûn, ku êvariya îro li nêzîkî gundê Gundjor a ser bi ser bi bajarokê Çomanê pevçûneke nexwestî di navbera çend kes ji xelkê wî gundî ku çekdar bûn û pêşmergeyên Komeleyê de çê bû.

 

Ew bûyer di demekê de çê bû ku ew çend welatî bi çek ve çûne ser cihê wan pêşmergeyan û di encama wê nexweşiyê de teqe di navbera wan de derketiye û mixabin 2 kes ji xelkê Gundejorê canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûne.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Komeleyê daxwaza aramkirina rewşê ji aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê devera Balekayetî dike û dibêje:

 

“Em hêj ji hûrgiliyên wê bûyera nexweş û nexwastî agahdar nînin, lê belê berî her tiştî em pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wan qurbaniyan dikin û em xwe bi şirîkê xema wan dizanîn û hêviya başbûnê ji kesê birîndar re dixwazîn. Herwiha em daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar û xelkê xoştevî ê Gundejorê û Çomanê û hemû gundên derdorê dikin, ku hemû hewla xwe bidin bo aramkirina wê aloziyê û bo çêkirina zemîneya dostatî û biratiya navbera xwe em têbikoşin. Bila yasa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera  me de dadwer bin û wê aloziya nexwestî çareser bikin û neyarên Kurd û Herêma Kurdistanê jî niarin aloziyê û tevliheviyê derxin û bi xirabî mifayê jê werbigirin.”

 

Bûyera êvariya îro li Balekayetiyê bû sedema bertekên tund û berfireh û bi sehan kes ji xelkê deverê çek rakirin û êrişî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Quntara Çiyayê Helgurdê kirin û gefa tolhildanê xwarin.

 

Welatiyên ku çek rakiribûn, baregehên hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li devera Balekayetî, yanî baregehên PDKÎ anku HDKA, HDK, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Kurdistanê şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst