FLAŞ - Baregehên 4 partiyên Rojhilatî li Balekayetî hatin şewitandin

Çoman (Rûdaw) – Weke bertekekê li hember kuştina du welatiyên devera Balekayetî ji aliyê pêşmergeyên Komeleya Şoregêrên Zehmetkşên Kurdistana Îranê ve, hejmarek kesan êrişî baregehên 4 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li wê deverê kirin û agir bi wan baregehan xistin.

 

Îro înê 25ê Tebaxa 2017ê, di navbera pêşmergeyên Komeleya Komeleya Şoregêrên Zehmetkşên Kurdistana Îranê û çend xortên devera Balekayetî de alozî derket û di encama teqekirina pêşmeegeyên Komeleyê de, 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Li hember wê bûyerê hejmarek ji xelkê sînorê devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve êrişî baregehên çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Çomanê, Bextiyar Qadir raihand, hejmarek ji welatiyên sînorê Balekatiyê êrişî ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK anku HDK), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA), Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgêran kirin û baregehên wan şewitandin.

 

Peyamnêrê me got: “Ew welatiyên ku êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanî kirine, gefa tolhildanê dikin.”

 

Derbarê bûyerên îro yên li Balketiyê de, Berpirsê Komîsyona Serbazî ya PDKÎyê, Rostem Cehangîrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Nabe ku em li hember hevwelatiyan sengerê bigirin û me ji pêşmergeyên xwe re gotiye, ku baregehên xwe vaal bikin û biterikînin.”