Sêrt (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna ava çemê Botanê 6 kes li ber avê çûn ku 5 ji wan mirin.
Duh danê êvarê ava çemê Botanê li Sêrtê ji ber ava ku ji santrala hîdrolîk ya şîrketeke taybet ketibû nav, zêde bû ji ber wê jî ew kesên ku li derdora çêm hatibûn seyranê li nav li be avê çûn.
10 kes ji welatiyên ku ji ber avê çûbûn ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên saziya Rewşa Awarte ya Serokwezîriyê ya Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin rizgarkirin lê 6 kes nehatin dîtin.
Xebata tîmên rizgarkirinê dom kir lê herî dawî ji wan 6 kesan cenazeyên 5 kesan hatin dîtin. Navên kesên di avê de xeniqîn wiha ne: Semanûr Parlakuşer (10 salî), Seval Parlakuşer (5 salî), Betûl Parlakuşer (8 salî), Ahmet Tente û Fikret Tente.
Hat gotin, xebata lêgerînê ji bo dîtina kesê bi navê Osman Parlakuşer hê jî didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse