Keça Celadet Bedirxan li Misrê koça dawî kir

25-08-2013
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Useyma Bedirxana keça mezin a Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxanê koça dawî kir.

Useyma Bedirxan duh (24.08.2013) li Qahîreya paytexta Misrê koça dawî kir.

 

Useyma Bedirxan xwişka mezin a Sînemxan Bedirxanê ye ku vê gavê li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê jiyana xwe berdewam dike.

 

Li gorî agahdariyên ji nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş hatine wergirtin, Useyma Bedirxan ji bo demeke kurt serdana keça xwe ya li Misirê Şîrînxanê kiribû. Di heman serdanê de, Useyma Celadet Bedirxan ji ber nexweşiya xwe duh êvarê saet li dora 20.30an koça dawî kir.

 

Li gorî heman agahdariyên Konê Reş, wê serxweşî li mala Sînemxan Bedirxanê ku li Hewlêrê ye bê kirin. Taziye wê sê rojan berdewam bike.

 

Konê Reş yek ji wan rewşenbîrên kurd e ku ev demeke dirêj e xemxurekî nêz ê malbata Bedirxaniyan e. Wî di heman agahdariya xwe de ku ji Qamîşloyê ragihandiye, xemgîniya xwe ya ji bo mirina Useyma Bedirxanê kiriye û wiha gotiye: “Ez bi navê xwe serxweşiya malbata Bedirxan dikim û xwe hevparê kovan û xema wan dizanim. Her wiha ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku sebir û aramiyê bide tevahiya kesûkarên wê û cihê wê bibe bihûşta fireh.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst