Rêxistinên mafên mirovan daxwaza berdana Nûbar Îsmaîl dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên mafên mirovan li Sûriyê di daxuyaniyek hevbeş de revandin û veşartina çalakvan Nûbar Îsmaîl şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de, rêxistinan daxwaz kirin ku çarenivîsa wî yekser were eşkerekirin, bê şert û merc serbest were berdan.

Li gor malbata Nûbar Îsmaîl, roja 22ê tebaxê piştî ku çalakvanê navhatî ji Tirkiyê vegeriyabû, li bajarê Qamişlo ji aliyê asayişa ser bi PYDê ve hatiye girtin.

Hinek nişteciyên cihê bûyerê tekez kiribûn ku karwanekî asayişa PYDê, Îsmaîl nêzîkî stadyoma Qamişlo li ser çadeya Siyahî binçav kirin û ligel xwe birin.

Rojnamevan Nûbar Ferhan Îsmaîl, endamê nivîsgeha ragihandina hevpeymaniya xortên Sewa ye û endamê redaksyona ajansa rojnamegeriya azad e.

Rêxistinên daxwaza berdana Nûbar kirine;

1. Komîteyên Berevaniya Azadiyên Demokrat û Mafên Mirovan li Sûriyê

2. Komîteya Kurd a Mafên Mirovan li Sûriyê

3. Rêxisitina Erebî ya Mafên Mirovan li Sûriyê

4. Rêxisitina Mafên Mirovan li Sûriyê

5. Rêxisitina Berevaniya Girtiyên Nêrînê li Sûriyê –Rewange

6. Rêxisitina Niştimanî ya Mafên Mirovan li Sûriyê

7. Rêxisitina Kurd a Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê - DAD