EFRÎN - Xortekî keçika jê hez dikir kuşt û paşê jî xwe kuşt

3 demjimêr berê
RÛDAW
Xortekî keçika jê hez dikir kuşt û paşê jî xwe kuşt
Xortekî keçika jê hez dikir kuşt û paşê jî xwe kuşt
Nîşan Şehba Efrîn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şehba li Kampa Serdemê ya koçberên Efrînê, keçeke 16 salî ji aliyê xortekî ve ku ji wê keçekê hez dikir hat kuştin.

Wî xortî çend caran ew keç xwestibû lê malbata wê razî nebibûn, piştre çûye mala keçikê, hem ew kuştiye hem jî xwe kuşt.

Navê keçikê Filê Bîlal e û sala 2008an ji dayik bûye û ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye.

Navê wî xort jî Ebdo ye, ew jî ji Efrînê bû û endamê Hêza Komando bû ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ye.

Dayîka keçikê Meqbûle Nasanê ji Rûdawê re diyar kir ku wî xortî berî salekê keça wan xwestibû lê ji ber ku keçika wan biçûk bû, ew razî nebûn keça xwe bidin wî û bizewicînin.

Meqbûle Nasanê got:

“Keça min biçûk bû, me zivistana borî daxwaza wî red kir. 

Vê dawiyê careke din hatin lê ji ber temenê wê biçûk bû me nexwest wê bizewicînin.

Me ji wan re got keça me 16 salî ye nehatiye temenê zewacê hîn jî zarok û em nadin.

Zarokên 16 salî nikarin karê malekê bi rê ve bibin.”

Meqbûle Nasanê da zanîn ku mala wî xortî jî li kampê bûn û got:

“Ew tu caran hatin keça me xwest lê wî xortî ti caran gef nexwar.

Rojekê bi motorsîkletê hat û li ber çavên min keça min kuşt. Me bi hev re nan dixwar lê ew yekser hat.

Kesê ji hêvî nedikir dê tiştekî bi vî rengî bike.

Me li Efrînê ew nas nedikirin me li vê derê ew nas kirin.”

Meqbûle Nasanê herwiha eşkere kir ku tiştên li ser medyaya civakî derbarê bûyerê de hatine belavkirin ne rast in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst