Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke hevbeş a DEM Partiyê û HDPyê hatiye Herêma Kurdistanê.
Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û nûnerên HDPyê yên Herêma Kurdistanê Hîkmet Hatîp û Sitki Vakar li Hewlêrê çend ziyaret kirin
Şandeya navborî çû serdana Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Parlamenteran a Kurdistanê û Komeleya Jinên Azad.
Di hevdîtinan de mijarên geşedanên li Herêma Kurdistanê û êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê bûn.
Şandeya hevbeş a DEM Partî û HDPyê dê piştî serdana xwe yên Hewlêrê derbasî Silêmaniyê jî bibe û li wê derê jî çend hevdîtina bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse