Li Erziromê 4 zarok ketin golê: 3 hatin rizgarkirin lê yek wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoristanê ya parêzgeha Erziroma Bakurê Kurdistanê ji çar zarokên ku ji bo xwe honikirinê ketibûn golê 3 ji wan hatin rizgarkirin lê yek ji wan di golê de wenda bû.

Li gorî zanyariyan, îro li taxa Kaynarcayê ya navçeya Xoristanê 4 zarok ji bo ku xwe honik bikin ketin golê.

Piştî demekê bêtaqet ketin û alîkarî xwestin.

Li ser vê yekê welatiyên derdorê li hawara wan çûn û 3 zarok ji golê derxistin.

Lê zarokê bi navê E.T. ku temenê wî 13 ye ji ber çavan wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavger çûn cihê bûyerê û di golê de ji bo dîtîna wî xebatên lêgerînê da destpêkirin.

Van demên dawî bi taybetî li gel zêdebûna pileya germayê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.

Welatî ji bo xwe honik bikin dikevin çem, gol, bendav û rûbaran lê piraniya caran dibin qurbanî.