Piştî Mêrsînê li Agiriyê jî ciwanên govend gerand hatin desteserkirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bazîd Agirî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku di govendê de propagandeya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kirine derbarê 7 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 3 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Agiriyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin grupeke 7 kesî li navçeya Bazîdê di şahiya zewacê de ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirine.

Piştî wan dîmenan Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê biryara desteserkirina wê grupa 7 kesî da û di vê çarçoveyê de tîmên ewlehiyê operasyon kir.

Di operasyonê de ji wan 3 kes hatin desteserkirin.

Herwiha ji bo kesên din jî operasyon berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara desteserkirinê bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê PKKyê” hatiye dayîn.

Li parêzgeha Mersinê jî bi heman hincetê 9 kes hatibûn desteserkirin û bi heman îdîayê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst