Li Amedê hişkkirina firingiyan dest pê kir

4 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Li Amedê hişkkirina firingiyan dest pê kir/Wêne: Abdulselam Akinci/ Rûdaw
Li Amedê hişkkirina firingiyan dest pê kir/Wêne: Abdulselam Akinci/ Rûdaw
Nîşan Amed Hişkkirina Firingiyan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amêde ya Bakurê Kurdistanê hişkkirina firingiya destpê kirin.

Zeviyên firingiyan van rojan êdî sor dikin.

Paleyên demsalî di bin 40 pîle germahiyê de firingiyan felqe dikin, li ber tava havînê radixin û xwê dikin.

Bi her derbeyeke kêran re deşta sor ya kaxên firengîyan fireh dibe û dîmenên bedew derdikevin holê.

Karkerên ku rojane bi tonan firingî bi destên wan tên raxistin bi giştî ji Sirûca Rihayê ne û take deriyê debara wan jî ev karên demkî ne.

“Em belaş kar dikin”

Karkerê demsalî Maşallah Aslan got, “Weleh em ji vî îşî nerazîne.

Destheq 500 lîre ye û beleş e. Destheq 500, çapekirin 500, çandin 500, her tişt wisa ye û beleş e.”

“Zarokên min nexweş in û ez nikarim dev ji kar jî berdim”

Karkerê demsalî Ezîz Gencer wiha anî ziman, “Pîreka min din av ser giyê de firingiyan felqe dike ez jî bi zarokan re me.

Her sê jî niha nexweş in, ez nikarim wan bibim doktor jî. Ez nikarim dev ji kar jî berdim. Ez mecbûr in.”

“Me dev zarokên xwe berdaye em hatine kar dikin”

Karkera demsalî Yazê Akbaşê jî got, “Zor e, em tên çolê di konan de ne, germ e. Ev germ e, xwarin nexweş e.

Me zarên xwe li gund terikandine û ez û du qîzên xwe em hatine dişixulin.”

Karkerê demsalî Reşat Oz wiha axivî, “Karekî bi eziyet e. em li ber germê dişixulin lê em mecbûr in.”

Li gorî ragihandina Rêvebirîya Çandiniyê ya Amedê, 2022yan ji 26 hezar 459 donim zevî 92 hezar 680 ton, 2023yan ji 24 hezar 321 donim zevî 94 hezar 853 ton firingî berhem hatiye.

Di 2024an de jî li 38 hezar 666 donim zevî firengî hatine çandin û tê çeverêkirin cot 94 hezar 853 ton berhem bi dest bixin

“Divê kargeh û tesîsên paketkirine li vir vebin”

Parêzgarê Amedî Murat Zorluoglu got, “Li Amedê îsal 30-35 hezar ton firingîyên hişkkirî em dê berhem bînin.

Helbet her ku berhemanîn zêde dibe divê kargeh û tesîsên paketkirine li vir vebin.

Înşelah ew jî dê di salên pêş de vebin û bi wî awayî rasterast ev berhem dê ji vir werin hinardekirin ku ev jî dê li ser hinardeya bajêr têkariyek baş bike.”

Ji Ewropayê re tên hinardekirin

Firingiyên tên felqekirin 5-6 rojan li ber tavê hişk dibin ku ji 13 kîlo firingî tene 3 kîlo kax derdikeve.

Ew firingiyên hişkkirî dûv re ji bo bajarên wekî Îzmîr û Manisayê tên şandin.

Bazirganê firingiyan, kaxên Amedê ji wir jî hinardeyî welatên Ewropayê dikin û ew kax di restorantên pîzzayan de tên bikar anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst