Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Hejmara miriyan bû 4

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Êriş Kêr Emîr Can Zazaoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku di êrişa bi kêrê dê mirine gihişte 4an.

Doh li Çewlîgê Emîr Can Zazaogluyê 20 salî yê tûşbuyê madeyên hişbir bi kêrê êrişî mirovan kiribû, di êrîşê de 2 kes hatibûn kuştin û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin, Ozcan Aydin û Fîkrî Carfiyê ku doh di êrişê de birîndar bûbûn îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê canê xwe ji dest da.

Bi vê yekê hejmara kesên ku di êrişê de mirine bû 4.

Herwiha 5 kesên ku birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Doh li qada sûka kevn a li Taxa Bahçelîevlerê ya Çewligê Emîr Can Zazaoglu bi kêrê êrişî kesên li derûdora xwe kir.

Di encama êrişê de Erdal Çaparlar (45) ve Buhanettîn Budancamanak (75) canê xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst