Girtiyê Kurd piştî 31 salan hat berdan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ahmet Zenger Girtiyê Siyasî Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Ahmet Zenger piştî 31 salan di 63 saliya xwe de ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Ahmet Zenger sala 1993yan li gundê Xirabaşerefê yê navçeya Hexexê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Ahmet Zenger birîbû.

Ahmet Zenger di 31 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda ma.

Zenger îro  Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê  cezayê xwe temam kir û hat berdan.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî derbarê berdana Zenger li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gel çend dîmenan peyamek belav kir û got:

“Ev 30 sal zêdetir bû di zindanan de bû. Herî dawî li zindana Gîresûn a Espiyeyê bû.

Îro me mizgînî û keyfxweşiya berdana rêheval Ahmet Zenger bihîst. Tu bi xêr hatî rêheval Ahmet.

Aqûbet li hemû hevalên me yên girtiyên siyasî yên di zindanan de bin.”

Li gorî nûçeya MAyê Zenger, ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” ya Lijneya Çavdêrî û Îdareyê qebûl nekiribû berdana wî 4 caran hatibû astengkirin. 

Ew li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe hat pêşwazîkirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst