Serokê Bizava Aştiya Navxweyî: Berbelavkirina hizra aştiyê karê rewşenbîran e

2 demjimêr berê
Aydin Bayram @aydn_byram
 Ahmed Kanî li ser You Tubeyê bi Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Dr. Musa Kaval re hevpeyvînek kir
Ahmed Kanî li ser You Tubeyê bi Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Dr. Musa Kaval re hevpeyvînek kir
Nîşan Bizava Aştiya Navxweyî BAN Musa Kaval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Dr. Musa Kaval got, “Partiyên siyasî yên Kurdan nikarin fikra aştiya navxwe di nava neteweya Kurd de berbelav bikin. Berbelavkirina felsefe û hizra aştiyê karê rewşenbîran e, ne yê partiyên siyasî ye.”

Berpirsyarê Ragihandinê yê BANê Ahmed Kanî li ser You Tubeyê bi Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Dr. Musa Kaval re hevpeyvînek kir.

Ahmed Kanî li Zanîngeha Dicleyê xwendekarê doktorayê yê Beşa Çand û Zimanê Kurdî ye.

Ahmet Kanî teza xwe ya bi navê “Rola Medyayê di Siyaseta Kurdan de / Mînaka Tora Medyayî ya Rûdawê”yê dinivîse.

Serokê Bizava Aştiya Navzweyî Dr. Musa Kaval jî pisporê zanista siyasî ye û berhemên wî di qadên Mêjû û Teolojîyê de hene.

Dr. Musa Kaval  ji deh salan zêdetir e ku li ser avakirina Bizava Aştiya Naxweyî, li her çar parçeyên Kurdistanê, li Kafkasyayê û diyasporayê dixebite.

Sala 2016an (14.06.2016), bi çapkirina pirtûka bi navê “PEYMAN, Binyat Bingehên Giştî Bername û Peyrew”ê avakirina BANê ji raya giştî re deklere kir.

Ev PEYMAN bi tîpên latînî, Kurmanciya jorîn û bi tîpên aramî Kurmanciya jêrîn hatiye amadekirin.

“Zimanê Kurdî zimaneke gelek dêrîn e”

Di bersiva pirsa “Destpêka BANê çawa bû?” de Kaval got ku pisporiya wî ya zanista siyasî ew ber bi xebateke wiha ve araste kiriye û wiha domand:

“Bala min ketibû ser zimanê Kurdî û min dît ku zimanê Kurdî zimaneke gelek dêrîn e, mirov kare bibêje ku ji pênc hezar sal berê ve ev ziman hatiye axaftin.

Dema mirov lêkolînên arkeolojîk bike dê bibîne ku di vê herêmê de dê û bavê Kurdan jiyane.

Min di lêkolînên xwe yên dîrokî de van tiştan dîtin. Ji ber ku belgeyên Sumeriyan ji bo Fransî, Îngilîzî û zimanên din hatine wergerandin ev kar hêsantir bûye.

Bi vî awayî hizrek di sere min de çêbû ku miletê Kurd yek ji çar miletên herêmê (Kurd, Faris, Ereb û Tirk) ye.

‘Divê Ereb, Eceb û Tirk rêzê li Kurdan bigirin’

Welatê me jî erdnîgariyeke mezin e. Ji bo Kurd jî wekî Ereb, Ecem û Tirkan bibin xwedî maf pêwîst e ev sê miletên cîran ji mafê me re rêz bigirin.

Ji bo vê jî pêşî divê Kurd di nava xwe de aştiyekê çêbikin. Bi kûr hizirîna li ser vê babetê min dît ku hizreka aştiya navxweyî pêwîst e.

Mixabin heta îro di vî warî de karê pêwîst nehatîye kirin, wekî hemû partiyên cîhanê partiyên siyasî yên Kurdan jî rikeberîyek îdeolojîk dikin û nikarin vê fikrê di nava neteweya Kurd de berbelav bikin.

Berbelavkirina felsefe û hizra aştiyê karê rewşenbîran e, ne yê partîyên siyasî ye.

Li ser pirtûka BANê û çîroka Peymanê jî Kavala wiha got:

“Bi rastî berî ku em dest bi kare xwe bikin, me bi qasî 500 kesayetên Kurd re hem li Kurdistanê hem li derveyê Kurdistanê, hevdîtin kir.

Ji bo em bizanin ka rewşenbîr, siyasetmedar, jin û mêr çawa di heqê vê mijarê de difikirin, me bi qasî 6 mehan seminer û xebat kir.

Esas ev xebat ji 2005an ve dest pê kiribû lê di 2016an de ku gelek alozî derketin holê, me bi mamostayên zanîngehan re xebatê zêdetir kir û ev peymana li ber destê we derket holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst