Li Dêrsimê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê li seranserê sînorê parêzgehê ji 25ê Tîrmejê 2024an heta 29ê Tîrmehê 5 rojan hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din qedexe ne.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de got:

“Bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexeya çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Qedexekirina çalakiyan li Dêrsimê di demekê de ye ku Festîvala Çand û Xwezayê bi rêve diçe.

Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst