Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 2 mirî û yek birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê pevçûn biçek derket û di encamê de  2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Ayazê di navbera du malbatan de ji ber erd pevçûna biçek derket.

Di pevçûnê de H.Ş.A. (65), A.A. (50) û A.O. (65) biçekê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ekîban tespît kir ku H.Ş.A. û A.A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê birîndar A.O bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.