Li 13 parêzgehan operasyona DAIŞê: 72 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 13 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta “endamtiya DAIŞê” 72 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeê Alî Yerlîkaya derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku li 13 bajaran li hemberî DAIŞê operasyoneke bi navê “Gurz-1” hatiye lidarxistin.

Operasyona bi serpereştiya Serokatiya Daîreya Terorê û Serokatiya Îstixbaratê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Giştî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Ev operasyon li bajarên Enqere, Edene, Antalya, Çorum, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Mêrsîn û Trabzonê yên Tirkiyê û bajarên Xarpêt, Dîlok, Kilîs û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Di encama operasyonê de tohmeta “endamtiya DAIŞê” 72 kes hatin desteserkirin.

Herwiha Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonê de gelek dovîz û pereyê Tirkî hatine bidestxistin.

Alî Yerlîkaya tekez kir ku dê operasyonên li hemberî rêxistina DAIŞê berdewam bin.