DEDAŞê li Mêrdînê 97 trafo kom kirin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Mêrdîn Trafo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEDAŞê li navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi hînceta aboneyan deynên xwe yên elektirîkê nedane 97 trafoyên elektirîkê kom kirin.

Kompanya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya DEDAŞê, bi biryara Rêveberiya Cîbicîkar a Kompaniyê aboneyên ku deynên xwe yê elektirîkê nedane elektirîka wan hatiye birîn.

Herwiha DEDAŞê da zanîn, “trafoyên ku bi awayekî qaçax hatine danîn û bi qaçax dihatin bikaranîn hatine berhevkirin.”

Di heman demê de DEDAŞê elektirîka gelek zeviyên çandiniyê ya ji bo avdaniyê tê bikaranîn jî bi heman hîncetê birî ye.

Bi van hîncetan DEDAŞê 22yê Tîrmehê bi hevkariya cendirmeyan dest danîne ser 97 trafoyên elektirîkê û hatine komkirin.

Di dema rakirina trafoyan de li hinek cihan di navbera xelkê navçeyê û karmendên DEDAŞê de elozî derket.

Li parêzgehên Mêrdîn, Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ev çend sal in bi taybet di mehên havînê de ku beşeke zêde ya çandiniya xelkê wan navçeya avî ye û pêwîstî bi elektirîkê heye, DEDAŞ bi van hîncetan elektirîkê li ser welatiyan dibire.

Ew yek heta niha gelek caran bûye sedema xwepêşandan û nerazîbûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst