Li Mûşê traktorê li malbatekê da: Miriyek, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, traktorekê li malbatekê da û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û du kes birîndar bûn.

Li navçeya Milazgirê li nêzîk Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Milazgirê traktorekê li malbata Demirbaşan da ku li kêleka rê rawestiyabûn.

Di encama bûyerê de Erkan Demirbaş û hevjîna wî Sevgi Demirbaş û dêya wî Huveyla Demirbaş birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Her sê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirê hatin veguhestin, lê Erkan Demirbaş tevî hemû midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.