Li Meletiyê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe  bi kêrê kuşt.

Li gundê Topsogutê yê Çirmikê, di navbera Mehmet Alperê 23 salî û hevjîna wî Buşra Alper a 22 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Mehmet Alper bi kêrê li hevjîna xwe Buşra Alper da û ew birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Buşra Alper ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyeke Çirmikê hat veguhestin lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Mehmet Alper jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate desteserkirin.